Li Xezeyê duh komkujiyek din pêk hat.
Îsraîl ji bo bicihkirina xelkê Xezeyê bi 5 welatan re hevdîtinan dike
Li gel van rûdanan Îsraîl li ser planeke koçberkirina xelkên Xezeyê kar dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu careke din plana xwe ya koçberkirina xelkên Xezeyê ji raya giştî re parve kir.
Hate ragihandin ku Îsraîl bi welatên weke Endonezya, Somalîland, Uganda, Sûdana Başûr û Lîbyayê re hevdîtinan dike da ku Xezeyîyan li van welatan bi cih bike.
Kanala 12 a Îsraîlê îro ragihand ku di dan û standinên bi Endonezya û Somaliland re, ji bo bicihkirina xelkê Xezeyê de pêşketin heye.
Hemasê daxwaza peymanek nivîskî bi Îsraîlê re kir
Ji aliyekî din ve bi navbeynkariya Misrê hevdîtinên Îsraîl û Hemasê jî berdewam dike.
Çavkaniyên El Erebiya û El Hadatê ragihandin ku derbarê çekdanîn û rêvebirina Xezeyê de Misirê daxwazên Hemasê ji Îsraîlê re ragihandiye.
Li gor heman çavkaniyan Hemasê ji bo dawîkirina şer di garantoriya hêzên navnetewî de daxwaza peymaneke nivskî kiriye.
Misrê dest bi perwerdekirina 5 hezar polîsên Filistînî kiriye
Wezîrê Derve yê Misrê Bedir Ebduletî jî ragihand ku Misrê dest bi perwerdekirina 5 hezar polîsên Filistînî kiriye ji bo bicihbûna li Xezeyê.
Bedir Ebduletî rave kir ku cihkirina polîsan û ji nû ve avakirina Xezeyê wê di bin çavdêriya Serokwezîrê Filistînê de be.
Her wiha Serokwezîrê Filistînê wê piştî peymana agirbestê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Qahîreyê ya ji bo Ji nû ve avakirina Xezeyê bibe.