Em amade ne ji cîhanê re piştrast bikin ku em naxwazin bibin xwedî çekên nukleerî

Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan da zanîn ku welatê wî amade ye ji cîhanê re îsbat bike ku ew naxwazin bibin xwedî çekên nukleerî. Li alîyekî din, Malpera Amerîkî Axiosê xalên peymanê eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran û Amerîkayê ber bi lihevkirinekê ve diçin.

Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku welatê wî amade ye ku ji cîhanê re piştrast bike, ku ew naxwazin bibin xwedî çekên nukleerî.

Mesûd Pezeşkiyan da zanîn ku tîma dan û standinan a Îranê dema ku dor tê ser şeref û rûmeta welatê wan, tewîzan nadin.

Çavkaniyek payebilind a Îranî ji Reutersê re got ku, eger Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê li ser peymana bi Amerîkayê re li hev bike, wê peyman ji bo pesend kirina dawî ji Rêberê Bilind Xameneyî re were şandin.

Li gorî Malpera Axiosê naveroka peymana di navbera Amerîka û Îranê de wiha ye:

"Bi şertê dirêjkirinê, wê agirbesteke 60 rojî were ragihandin.

Bê qeyd wê Tengava Hurmizê were vekirin û Îran jî wê li ser rakirina mayînên ku hatibûn çandin qebûl bike.

Amerîka wê ambargoya li ser keştiyên Îranî rake û destûrê bide Tehranê ku bi rêyên deryayî petrola xwe bifiroşe.

Îranê wê qebûl bike ku ew ê nebe xwediyê çekên nukleerî.

Di nava 60 rojên agirbestê de, ji bo bidawîkirina bernameya Îranê ya Uranyumê wê dan û standin pêk werin.

Di qonaxa agirbesta 60 rojî de wê hêzên Amerîkayê li herêmê bimînin.

Di çarçoveya lihevkirinê de wê şerê Îsraîl û Hizbullahê li Libnanê bi dawî bibe."

Tasnim: Lihevkirina li ser peymanê li ser xalekê yan du xalan maye

Ajansa Îranê Tasnimê, ragihand ku di dan û standinên berdewam ên di navbera Amerîka û Îranê de, xalek an du xal hîn li ser wan nehatiye lihevkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, Tehran li ser mafên xwe israr dike û dibêje heya ku ev astengî neyên rakirin, ti rêkeftin nayê kirin.

Di raporeke din a ajansa Tasnimê de, hat gotin ku peyman wê bibe sedema bidawîbûna şerê heyî ji hemû eniyan ve.

Tasnimê da zanîn ku Tehran israrê dike ku Amerîka pabendî vekişîna hemû hêzên xwe ji herêmê bibe.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24