Rageşiyên dîblomasî û şer di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê berdewam dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê de li ser platforma xwe ya Truth Social de diyar kir ku rêjeya petrola ku niha di Tengava Hurmizê re derbas dibe ji asta berî şer derbas dike.
Donald Trump Îran bi wê yekê tawanbar kir ku beriya hilbijartinên navîn ên Amerîkayê dixwaze bihayê petrolê bilind bike û îdia kir ku Tehran ji bo bidestxistina vê armancê li Tengava Hurmuzê êrîş û mayînan çêdike.
Her wiha Trump balkişand ser êrîşên Îranê yên li dijî welatyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî wiha domand:
Dewleta Îranê di nav kêmtirî heft mehan de 75 hezar xwepêşander kuştine.
Di heman demê de Trump matmayîbûna xwe ji bêxemiya civaka navneteweyî û Partiya Demokrat a Amerîkî ya li hember mijara kuştin û bi darvekirina li Îranê anî ziman.
Serokê Amerîkayê redkirina xwe ya li ser hebûna çekên nûklerî ji aliyê Îranê ve dubare kir û got ku Tehran "Ti carî nabe xwediyê çekên nûklerî".
Washington: Tevgera keştiyên petrolê yên Îranê paş ketine
Bi daxuyaniyeke din Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bisent got ku keştiyên petrolê yên Îranê li benderan nexuyane û girava Xargê wekî nîşana têkçûna Îranê pênase kir.
Scott Bissent diyar kir ku keştiyên petrolê yên ku berê bendera sereke ya Îranê tijî dikirin êdî li wir tine ne.
Her wiha Bissent girava Xargê wekî nîşana têkçûna Îranê nirxand.