Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ragihand ku ew ê 5 hezar leşker bişîne Polonyayê.
Ev biryar tenê piştî çend hefteyan ji fermana vekişîna 5 hezar leşkeran ji Almanyayê tê.
Trump di posteke li ser medyaya civakî de got:
"Ez bi kêfxweşî radigihînim ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê 5 hezar leşkerên din bişîne Polonyayê."
Trump di hilbijartinên sala borî yên Polonyayê de, piştgirî dabû Karol Nawrocki ku bi ser ket û bû serokê Polonyayê.
Donald Trump têkiliya xwe ya xurt bi Nawrocki re, wekî sedema şandina leşkeran nîşan da.
Ev fermana Trump, di civîna Wezîrên Derve yên NATO`yê de ya ku li Helsingborga Swêdê tê lidarxistin, bûye mijara sereke ya nîqaşê.
Li gorî Associated Press, berpirsên parastinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî matmayî man.
Berpirsekî ku nexwest navê wî eşkere bibe got:
"Me nêzîkî du hefteyan bertek nîşanî daxuyaniya destpêkê ya vekişîna leşkeran ji Almanyayê da.
Em jî nizanin ev biryara Polonyayê tê çi wateyê."
Di destpêka gulanê de, rêveberiya Trump ragihand ku ew ê hejmara leşkerên xwe yên li Ewropayê bi qasî 5 hezaran kêm bike.
Rayedarên Amerîkî jî, diyar kirin ku êdî nêzîkî 4 hezar leşker dê ji bo Polonyayê neyên şandin .
Nêzîkî 80 hezar leşkerên Amerîkî niha li Ewropayê ne.
Vekişîna 5 hezar leşkerî ji Almanya dê vê hejmarê kêm bike.
Lê belê, biryara Trump a der barê Polonyayê de nîşan dide ku dibe ku hejmara leşkeran li Ewropayê neguhere.