Li Laziqiyê şer derket, kuştî û birîndar hene

Aloziya li Sûriyê piştî guhertina desthilatê dewam dike. Li Laziqiyê çend koman şerê hev kirin û tê de kuştî û birîndar hene. Çekdarên nenas li ser rêya Hums-Şamê kesek kuştin û ew şelandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev yek ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR'ê ve, hate piştrastkirin.

SOHR'ê ragihand ku li taxa Remil a bajarê Laziqiyê di navbera koman de şerek derket.

Di pevçûnan de çek hatin bikaranîn û bombe hatin avêtin.

Li gorî jêderê, di encama şer de kesek hat kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

Her wiha çavdêriya Sûriyê, ragihand ku şeva borî çekdarên nenas li herêma Nebekê ya li ser rêya Hums-Şamê erebeyek gulebaran kirin.

Çavdêriyê, da zanîn ku di êrîşê de kesekî 30 salî di erebeyê hat kuştin û 2 kesên pê re jî birîndar bûn.

Çavdêriyê, diyar kir ku çekdaran piştî êrîşî erebe, pere û kel û pel desteser kirin û paş ve reviyan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye