SOHR: Li Sûriyê di rojekê de 101 kes hatin kuştin

Saziyeke Mafê Mirovan li Sûriyê ragihand ku di 28ê tebaxê de li gelek deverên cûda yên Sûriyê 101 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku ji wan 12 jê jin, 95 Dûrziyên Siweydayê 101 li ser destê Hêzên Hikumeta Veguhêz hatine kuştin.

Her wiha Navendê da zanîn ku di nav101 kesan de 4 mêr û 2 zarok jî hene ku li deverên cuda yê Sûriyê hatine kuştin.

SOHRê diyar kir kesên ku hatine kuştin ji bajarên Siweyda, Banyas, Heleb, El Bab, Şam û gundewarê Idlib, Dêrazorê û Humsê ne.

Herî zêde ev bûyerên kuştinê li deverên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, çêdibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24