Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana gora Mam Celal kir

Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Silêmaniyê serdana gora Mam Celal Talebanî kir. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku Mam Celal ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyaye. Bakirhan derbarê pêvajoyê de jî got; "Em li bendê ne di rojên pêş de pêşketinên nû çêbibin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ku ji bo tevlî kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî bibin 3 rojin li Silêmaniyê ye, serdana gora Mam Celal Talebanî kir.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser gora Mam Celal axaftinek kir û ev tişt anî ziman:

"Mam Celal ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê xebat kiriye, di heman demê de ji bo her çar parçeyên Kurdistanê di nava hewldanan de bû.

Dostê nêzîk ê birêz Ocalan bû û bi hev re ji bo mafê rewa yê gelê Kurd di nava hewldanan de bûn. Mam Celal her tim hewl dida aştiya di navbera Kurd û dewleta Tirk de bi serbikeve."

Bakirhan derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de jî wiha axivî:

"Tevî hêdî bejî, li Tirkiyeyê aştî bi awayek baş pêşve diçe û ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku pirsgirêkek xwedî dîrokeke sedsalî heye, em baweriya xwe bi gel û rêxistina xwe tînin.

Em li bendê ne ku di rojên pêş de pêşketinên nû çêbibin."

Tuncer Bakirhan got ku heya niha jî peyamên weke yek dewlet û yek netew ji aliyê dewletê ve tên dayîn û ev jî xizmeta qonaxê nake û axaftina xwe wiha qedand:

"Pêvajoya aştiyê derfeta dawî ya Tirkiyeyê ye, têkoşîna me hemû ji bo serxistina pêvajoyê ye."

Hêjayî gotinêye, şandeya DEM Partî û DBP’ê ya ku ji Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, herwiha parlamenterên DEM Partiyê Gûlcan Kaçmaz, Sabahet Erdogan Saritaş, Ebru Gûnay, Murad Sarisaç û Cengîz Çandar pêktên, di 27’ê Tebaxê de ji bo tevlî Kongreya

Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî bibin, çûne Silêmaniyê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24