Komîteyên ku li navçeya Til Birak a nêzîkî Hesekê hatine avakirin, ji Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Dibistanan û Buroya li dijî Madeyên Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tê.
Armanca vê pêngavê rêgirtina li ber bikaranîna madeyên hişbirê ye.
Komîte bernameyekê amade dike.
Ev bername wê di çend hefteyên pêş de di rûniştinên diyalogê de ji bo dê û bavan bi rêya komînan were lidarxistin.
Ji bilî lidarxistina çalakiyên çandî û werzîşî dê li kolan û bazaran belavok werin belavkirin.
Wê kesên oldar û rûspiyên civakê jî tev li kampanyayên hişyarkirinê bibin.