Di 21´ê mijdarê de serokê Amerîka Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê li Ûkraynayê planeke aştiyê ragihand.
Rûsya û Ûkrayna ji destpêkê ve xwestin planê li gorî berjewendîyên xwe biguherînin.
Herî dawiyê jî serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ev plan nirxand û formeke wê ya nûkirî ji Amerîkayê re şand.
Zelensky diyar kir ku plana nûkirî bi zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Jared Kushner û berpirsên din ên payebilind re hatiye nîqaşkirin.
Lê heta niha Qesra Spî bersiv nedaye ka gelo ev yek qewimîye an na?
Trump: Divê Zelensky derbarê plana aştîyê de realîst be
Piştî ku Ûkraynayê planeke nû ya aştiyê pêşkêş kir, di navbera Washington û Ewropayê de nakokiyeke nû derket holê.
Ev yek bû sedem ku Trump rexneyên tund li Kîev û hevalbendên wê bike ku hin bendên plana Amerîkî red dikin.
Donald Trump diyar kir ku ew û rêberên Ewropî pêşniyarên ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê nîqaş dikin û got:
“Divê Volodymyr Zelensky di derbarê helwesta welatê xwe ya li ser plana aştiyê de "realîst" be.”
Her wiha Trump destnîşan kir ku ji bo bidawîanîna şer, rêberên Almanya, Brîtanya û Fransayê bi wî re diaxivin.