Rûsiyayê du bajarokên Kîeve kontrol kirin

Rûsyayê ragihand ku wê du bajarokên Kîeve kontrol kirine û dorpêça xwe ya li ser hêzên Ukraynayê zêde kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokên Bulnaya û Novoaleksandrovka(nêvaloksendorka) yên herêma Kîeve kontrol kirine.

Wezaretê eşkere kir ku wan dorpêça xwe ya li ser yekîneyên Ukraynayê yên li bakurê rojhilatê herêmê zêdetir kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, hêzên wê 3 hewldanên hêzên Ukraynayê yên şandina teqwiyê ji bajarê Olkhovatkayê re têk birin.

Wezaretê destnîşan kir ku hêzên wê li 153 deveran cihên lojîstîkî, tesîsên enerjî û veguhastinê, balafirgehên leşkerî, depoyên cebilxane û sotemeniyê û kargehên çêkirina dronan kirine hedef.

Her wiha Rûsiyayê 4 bombeyên hewayî yên rêberkirî, 4 mûşekên HIMARS û 634 dronên Ukraynî hatine xistin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye