Tora Televîzyonê ya Cîhanî ya Çînê (CGTN) raghand ku 28 kes li navçeya Miyunê û 2 kes li navçeya Yanqingê ji ber baranên dijwar ku bûn sedema lehiyê mirine.
Her wiha gelek zirar gihaştiye stasyonên bazê, xizmetên bingehîn û bû sedema qutkirina elektrîkê li 136 gundan, 31 rê jî xera kir.
Rayedaran dest bi operasyonên kontrolkirina lehiyê û alîkariya lezgîn kiriye û ji bo gihandina pêdiviyên jiyanî dronan bi kar tînin.
Li gorî agahiyan heta niha 80 hezar û 332 kes hatine veguhastin û herî zêde kes ji navçeyên Miyun, Huairou û Fangshanê hatine tehliyekirin.
Komîsyona Neteweyî ya Bipêşketin û Reformê ragihand ku wan ji bo alîkariya hewldanên rizgarkirinê yên li Pekînê 200 milyon yuan (27,9 milyon dolar) terxan kiriye.