Berdevkê Parastina Sivîl a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş got ku ji wê hijmarê 76 cenaze hatine derxistin û tenê cenazeyek maye.
Serkewt Kareş sedemên zêdebûna xeniqînan li barana zêde, helandina berfê û lehiya bendavên li welatên cîran vegerand.
Her wiha, hejmareke mezin ji geştiyarên ji navend û başûrê Îraqê îsal xeniqîne.
Berdevkê Parastina Sivîl a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş amaje bi wê yekê jî kir ku Parêzgeha Hewlêrê bi 21 kesan, xwedî hejmara herî zêde ya xeniqînan e.