Koçberên Serê Kaniyê daxwaza vegera li bajarê xwe didomînin

Hemwextî vegera koçberên Efrînê ji bo warê xwe, daxwaz û hêviyên koçberên Serê kaniyê û Girê Spî jî hene ku di demeke nêzîk de vegerin ser mal û milkên xwe. Nûçegihana me Ebîr Mihemed raporek amade kiriye, em bi hev re temaşe bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Kampa Serê Kaniyê, zêdeyî 3 hezar malbatên koçber ên Serê Kaniyê û Girê Spî, çavê wan li rêkeftineke siyasî ye ku vegerin ser axa xwe.

Piştî ku 7 kom ji koçberên Efrînê vegeriyan cih û warê xwe, hêviya xelkên her du bajaran jî şîn bûye ku ew jî di demeke nêzîk de vegerin.

Seydo Oso û hevjîna xwe, di bin konê xwe yê riziyayî de rûniştine û bi êş ji me re behs dike bê çawa mala wî ya li Serê Kaniyê hatiye talankirin. 

"7 Sal koçberî bes e, em dixwazin vegerin bajarê xwe"

Di cotmeha 2019'an de, piştî operasyona leşkerî ya bi navê "Kaniya Aştiyê" ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve, bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagîrkirin.

Di encamê de, bi sedhezaran welatiyên resen (bi taybetî Kurd) neçar man ku koçber bibin û niha li Kampa Serê Kaniyê, Waşokanî û Newrozê yên Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Piştî koçberiya xelkên resen, li herêmê pergala guhertina demografîk hat meşandin.

Malbatên çekdaran û kesên ji herêmên din ên Sûriyê, di malên koçberan de hatin bicihkirin.

Heta niha jî ew malbatên ku hatine bicihkirin, dibêjin ku em dernakevin û nahêlin ku Kurd derbas bibin.

Ew ji mafên bingehîn ên jiyanê bêpar in û daxwaza wan a sereke tenê ew e ku bi rûmet vegerin ser axa bav û kalan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye