Îmamoglu piştgirî da pêşniyara Demîrtaş

Serokê girtî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştgirî da pêşniyara Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ya bo maça "Amedspor-Trabzonspor".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokşaredarê CHP'yî yê bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê ku 23'ê Adara 2025'an hatibûn girtin di Girtîgehê Sîlîvrî de li ser pevajoya çareseriyê nirxanidekî kir.

Îmamoglu di hevpeyvîna xwe de bi taybetî bal kişand li ser pêşniyara Selahattîn Demîrtaş ya ji bo lîstina maçekî di navbera Amedspor û Trabzonsporê da.

"Divê em ji bo maça Amedspor û Trabzonsporê li Amedê bicivin!"

Îmamoglu, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşniyara maça "Amedspor-Trabzonspor" got: "Tiştê ku em hewce ne ev e ku em komarê bi demokrasiyê tac bikin."

"Pêvajoyeke ku her kes ji zimanê xwe bigire heta çand û baweriyên xwe, xwe hemwelatîbûna wekhev hîs bike û dê ji bo Tirkiyê gava herî mezin biavêje.

Wekî ku Demîrtaş got, divê em li maça Amedspor-Trabzonsporê de li Amedê bicivin. Ez komîsyona çareseriyê wekî cihekî ku tê de danûstandin li ser pêşeroja min tê kirin nabînim û ez ê destûrê nedim ku bi vî rengî were dîtin. Em ê piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê bidin berdewamkirin."

'Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkbûna tirkiyê dikare pêk were'

Ekrem Îmamoglu bi berdewamî bal kişand li ser pêvajoyê û diyar kir ku çareserî di demokratîkbûna Tirkiyê de ye.

"Eger em aştiyeke mayînde dixwazin, divê em eşkere bikin ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkkirina Tirkiyê dikare pêk were.

Di van aliyan de, rapora ku me pêşkêşî komîsyonê kir, raporek pir berfireh û girîng e ku înîsiyatîfên demokratîkbûnê yên ku em bawer dikin di xebata komîsyonê de kêmasî hebûn, ronî dike.

Tevî van hemûyan, ez bi tevahî bawer im ku endamên me yên rêzdar ên parlementoyê yên ku di komîsyonê de cih digirin, piştî temamkirina fesihkirinê a derbarê temamkirina hilweşandina rêxistinê, tunekirina tevahî çekan, rewşa endamên rêxistinê û pêvajoyên înfaz û rehabîlîtasyonê de, pêvajoya raporê bi alikariyekî pêşeng û serkeftî pêk bînin."

Hevserokê Girtî yê HDP'ê Demîrtaş beriya niha di nameyeke xwe de ji bo pêşketina pevajoya çareseriyê hin pêşniyaran kiribû û gotibû,

"Divê tîma Trabzonsporê were Amedê û bi Amedsporê re listik ji bo aştiyê bilîze. Em jî li dora her du koman kom bibin.."

Li ser vê pêşniyara tîmên Amedspor û Trabzonspor ya jinan, 22'yê Cotmeha 2025'an de maçekî lîstibûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye