Di navbera 2`ê mijdarê heta 8 mehê de DAIŞ`ê êrîşî bendên kontrolê ya QSD`ê kir.
Di heman demê de êrîşî bajar û bajarokên Ebû Hemam, Cedîdet Igêdat, Zîban, zeviya petrolê ya Ezbe û El Sûse yên Dêrazorê kir.
Di encama êrîşan de tenê zirarên madî çêbûn.
Di navbera 13 û 28`ê mijdarê de, şaneyên DAIŞ`ê li bajarokên Tekîhî, Şihêl, qeraxa rojavayê Çemê Firatê , Zîban, El Bisêra, Sûse, ji deverên Subeyxan û çola di navbera bajarên El Bukemal û El Meyadîn yên Dêrazorê de kirin.
Di encamê de tankerek hat hedefgirtin û ajokar birîndar bû.
Bi hatina Hikumeta Veguhêz a Sûriyê re liv û tevgera Şaneyên DAIŞ`ê li herêmê zêde bûye.