Li gorî agahiyan, di 4'ê adarê de 3 kes ji gundê Cexer ê li başûrê rojhilatê bajarê Kobanê û başûrê rêya M4, hatin revandin.
Navên wan wiha ne: Îsamîl Mihemed Hec Berkel (55), Selman Mistefa Hec Berkel (45) û Salih Mihemed Hec Berkel (38).
Çavkaniyan got komekê ku xwe wek hêzên ewlehiya giştî pênase dikir, her sê kes ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha agahî ji wan nayên girtin.
Malbatên revandiyan bang li aliyên têkildar kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Her wiha bang li saziyên hiqûqî kirin ku doza kesên revandî bişopînin.
Di 5'ê adarê de komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz ji Kobaniyê vekişiyan.
Beriya ku ji gundewarê Kobanê vekişin, 74 gund talan kiribûn.