Ji bo perwerdeya bi Zimanê Kurdî li Rimêlanê çalakiya konvedanê hat destpêkirin

Li bajarokê Rimêlanê, malbatên xwendekaran li dijî biryara sînordarkirina perwerdeya kurdî nerazîbûn nîşandan û bi vedana konan daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malbatên xwendekarên Dibistana Şehîd Ahîn a bajarokê Rimêlanê ya ser bi navçeya Girkê Legê ve, îro li ber avahiya dibistanê kon vedan û çalakiyeke berfireh li dar xistin.

Çalakvan, malbatên xwendekaran û şêniyên deverê bi girseyî tev li çalakiyê bûn û bi yek dengî daxwaz kirin ku pergala perwerdeyê li dibistanan bi tevahî bi zimanê kurdî be.

Sedema sereke ya vê çalakiyê, biryara dawî ya Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz e. Vê wezaretê biryar girtibû ku perwerdeya bi zimanê kurdî tenê bi 3 dersan di hefteyê de sînordar bike, ku ev biryar ji aliyê malbatan û şêniyên herêmê ve hat redkirin.

Beşdaran destnîşan kir ku fêrbûna bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê zarokên wan e. Di dema birêveçûna çalakiyê de, xwendekara bi navê Naya Hesen li ser navê çalakvanan daxuyaniyek fermî xwend.

Naya Hesen di daxuyaniyê de bang li Wezareta Perwerdeyê kir ku rêzê li vîn û mafê rewa yê civaka Kurd bigire û dest ji polîtîkayên astengkirina zimanê dayikê berde.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye