Li Giyadînê li dijî derxistina zêr a bi siyanûrê nerazînbûn hat nîşandan

Konseya Bajêr a Mûşê bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî xebatên derxistina zêr a bi siyanûrê ya li Giyadînê ku bandorên wê yên rûxîner li ser jîngehê hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civîneke çapemeniyê de ku ji aliyê Konseya Bajêr a Mûşê ve li Navenda Çanda Porsor Anayê hate lidarxistin, xebatên madenê yên li Giyadînê ku Çemê Mûradê jehrî dikin hatin protestokirin. Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan diyar kir ku ev proje zirarê dide hemû bajarên li hewza Çemê Mûradê û banga tevlêbûna mitînga 26'ê Îlonê ya li Giyadînê kir.

Her wiha Hevserokê Konseyê Kutbettîn Sonmezer destnîşan kir ku herî kêm 1 milyon û nîv kes di bin metirsiyê de ne û Mûş ava xwe ya vexwarinê ji vî çemî digire.

Serokê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Meşeyê Îhsan Aytemîş jî bal kişand ser pêwîstiya têkoşîna parastina jiyanê û xwezayê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye