Rêya di navbera Colemêrg û Wanê de ji ber hezazê ji çûn û hatinê re hate girtin.
Barînên li herêmê didomin û ji ber vê sedemê xebatên vekirina rêyên hatin sekinandin.
Hat zanîn ku hîn jî li ser rêyan hezaz çêdibin û bi rojan gelek rêwî di rê de dimînin.
'Xeteriyeke cidî li ser ewlehiya welatiyan heye'
Walîtiya Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got ku "hezaza li ser rêyan a li herêmê didome û xetereyeke cidî li ser ewlehiya can û malên welatiyan çêdike."
Her wiha Walîtiyê, da zanîn ku baran hîn didome, xetereyeke mezin li ser komên li qadê jî çêdike lewma ji bo demkê navber dane xebatan.
Hat destnîşankirin ku dema şert û mercên hewa û zemînê guncav bibin, dê xebat dîsa bidomin.
Li devera gundê Awerdê yê navçeya Geverê jî ji ber rabûna berf û ava zêde rûbar beşek ji rêya xera kir.
Rayedaran welatî hişyar kirin û xwestin ku tedbîrên xwe bigirin.
Ji ber rabûna rûbarê, pira li navendê hate girtin.