Meclîsa Keskan a Çiyayê Merîwanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku li daristanên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê şewat derketiye.
Di ecamê de ziyaneke mezin gihiştiye jîngeha herêmê.
Meclîsa Keskan da zanîn ku şewata li daristanên Merîwan derketî, 6 rojan berdewan kiriye.
Meclîsê balkişand ser astengiyan û got: "Tevî hemû astengiyên rayedarên Îranê jî, şewat ji aliyê endamên meclîsê û welatiyan ve hate kontrolkirin."
Meclîsa Keskan a Çiyayê Merîwanê destnîşan kir ku berdewamiya şewatan ne tenê deverên daristanî û jîngeha herêmê wêran dikin, di heman demê de ewlehiya jîngehê û debara welatiyan jî dixe metirsiyê.