Lêkolîner di lêkolîneke pêşîn de texmîn dikin ku heta dawiya vê havînê, li Ewropayê ji ber guherîna avhewayê zêdetirî 15 hezar kes wê jiyana xwe ji dest bidin.
Lêkolîn ji aliyê lêkolînerên Imperial College London û London School of Hygiene and Tropic Medicine ve hatiye kirin.
Yekem car e lêkolînek bi vî awayî balê dikişîne ser xeteriya guherina avhewayê, bi taybetî di havîna îsal de ku li gelek welatên Ewropayê wek havîna herî germ hat tomarkirin.
Li gorî lêkolînên hatine kirin, germbûna avhewayê bûye sedema mirina 800 kes li Romayê, 600 kes li Atînayê û 400 kesên din jî li Parîsê.
Her wiha piraniya kesên ku ji ber germê jiyana xwe dest dane, temenê wan zêdetirî 65 sal e.