Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem di salvegera sêyemîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bîlançoya darvekirinên ji sala 2022 - 2025 eşkere kir.
Mehmud Emîrî diyarkir ku rejîma Îranê bi armanca bêdengkirinê, hêrî zêde jinan hedef digre.
Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji 2 hezar û 910 kesên ku hatine darvekirin 83 jin in, 37 girtiyên siyasî ne û 14 xwepêşandar in.
Di nav kesên hatine darvekirin de 4 zarokên ku temenê wan ji 18 salî kêmtire hene.
Di daneyên hatî parvekirin de, di dema xwepeşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de 14 ji wan zarok, 4 jin û bi giştî zêdetirî 104 kes hatine qetilkirin.