Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bêyî nûnerên parêzgeha Siweydayê Nexşerêya `çareserkirina aloziya Siwêdayê` ragihand.
Duh li Şamê Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Sefedî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyê Thomas Barrack, Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed El Şîbanî bi hev re civiyan.
Piştî hevdîtinê Şîbanî Esed El Şîbanî plana ji aliyê Washington û Ammanê ve tê piştgirîkirin a ji bo "avakirina aştiyê" ya li parêzgeha Siweydayê ragihand.
Şîbanî anî ziman ku Nexşerêyeke wan ya zelal heye û wiha got: "Ev plan gavên wekî "darizandina kesên berpirsiyarê êrîşên li ser sivîlan", "tezmînkirina mexdûran" û "pêvajoyek lihevhatina navxweyî were destpêkirin" di nava xwe de dihewîne.
Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî û nûnerê taybet ê DYE’yê Thomas Barrack ragihandin ku ji bo çavrêkirina planê wê "mekanîzmayeke hevbeş a Sûriye-Urdun-Amerîka" were damezrandin.
Her wiha Rayedarên Şamê dan xuyakirin ku ji bo kêmkirina aloziyan piştî pevçûnên kujer ên di Tîrmehê de li başûrê bajarê Siweydayê qewimîn, pozîsyona "serokê ewlehiya navxweyî" hatiye diyar kirin û ev erk jî dane rêberê Durzî yê xwecihî.
Komîteya Bilind a Yasayî li Siwêdayê nexşerêya hikûmeta Şamê red kir
Komîteya Bilind a Yasayî li Siwêdayê îro bi daxuyaniyekê ev nexşerê red kirin.
"Mafê gelê Siweydayê serxwebûn e"
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku mafê gelê Siweydayê ew e ku çarenûsa xwe bi rêya rêveberiya xweser an jî serxwebûnê diyar bikin.
Komîteya Bilind a Yasayî li Siwêdayê ji ber veşartina berpersyariya bûyerên Siweydayê, Hikûmeta veguhêz a Sûriyê tawanbar kir.
Meha borî jî, Yek ji rêberên ruhanî yên pêşeng ên Durzî Hîkmet el-Hicrî ji bo Siwêdayê daxwaza avakirina herêmeke "cuda" kiribû.