Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêngavên ber bi armanca "Tirkiyeya Bêteror" û "Herêma Bêteror" hatine nirxandin.
Hat destnîşankirin ku hewldanên ji bo ewlekarî û aramiya cîranan dê bi biryardarî berdewam bikin.
MGK’ê bal kişand ser ku şerê navbera DYA û Îsraîlê li dijî Îranê jî û daxwaz ji aliyan kir ku bilez vegerin ser maseya danûstandinan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştgiriya ji bo parastina yekparçeyiya xaka Sûriyê berdewam e.
Her wisa hate gotin ku aramî û serweriya Îraqê ji bo herêmê krîtîk e û hevkariya stratejîk a bi Bexdayê re dê pêş ve biçe.
Rêveberiya Îsraîlê bi binpêkirina xaka Sûriyê û neanîna cih a berpirsiyariyên xwe yên li Xeze û Libnanê hat tawanbarkirin.
Bang li DYA hat kirin ku gavan li dijî Îsraîlê bavêje.
Ji ber zêdebûna êrîşên li ser binesaziyên sivîl, bang li Rûsya û Ûkraynayê jî hat kirin ku agirbestê ragihînin.
Di heman demê de Rageşiya dawî ya li Yemenê wekî xeterî hat dîtin û banga destwerdanê kirin.