Der barê Atîlla Ugur û 3 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn

Di lêpirsîna mirina endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglû de, der barê 4 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. Yek ji kesên ku biryara binçavkirinê der barê wî de hatiye dayîn jî kujerên 22 welatiyên Kurd e, berpirsê JÎTEMa Qoserê û şewitandin û valakirina gundên Kurdan; Hasan Atîlla Ugur e dema ku ji Qibrisê vedigeriya Tirkiyê li balafirgehê hate binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê MÎTê Kaşîf Kozînoglu di sala 2011`an de li Girtîgeha Marmarayê jiyana xwe ji dest dabû.

Hasan Atilla Ugur, hevalê hucreyê yê Kaşif Kozinoglu ku li Girtîgeha Silivriyê di bin şert û mercên gumanbar de mir. 

Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê der barê mirina Kozînoglû de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de der barê 4 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Yek ji van kesan jî kujerê Kurdan, berpirsiyarê şewitandina gundên li Qoserê û Dêrikê û faîlê doza JÎTEMê ya Qoserê Hasan Atîlla Ugur e.

Hasan Atîlla Ugur vê sibehê dema ku ji Qibrisê vedigeriya Tirkiyê li balafirgehê hat binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye