Di lêpirsîna narkotîkê de pêlek nû ya operasyonan li dijî navdaran pêk hat.
Di operasyonê de, 15 kes hatin binçavkirin, di nav wan de lîstikvan, stranbêj û kesayetiyên navdar ên cîhana werzîşê jî hebûn.
Ji bo 18 kesên ku biryara binçavkirinê heye 15 kes ji wan hatin binçavkirin
Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve tê meşandin de, îro sibehê ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di operasyona ku ji aliyê tîmên Fermandariya Cendirmeyên bajarê Stenbolê ve hatiye kirin de, heta niha 15 kes hatin binçavkirin.