Bahçelî, Kurtulmuş û Çîftçî ji bo 'Qanûna Çarçoveyî' ketin tevgerê

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî daxuyand ku piştî qebûlkirina Qanûna Çarçoveyî divê pêvajoyên hiqûqî û îdarî zûtirîn dem de bikevin meriyetê. Li aliyê din, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçî bi rayedarên ewlehiyê yên 81 bajaran re civîneke girîng a kordînasyonê li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

'Cambaziya siyasî navê, dema me ya ku em wenda bikin tune ye'


Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî qebûlkirina Qanûna Çarçoveyî yekem car daxuyanî da û destnîşan kir ku ev qonax ne encamek e, Lê belê destpêka pêvajoyeke nû ya hiqûqî û îdarî ye.

Bahçelî bang kir ku li şûna nêzîkatiyên muxalif, berjewendiyên bilind ên neteweya Tirk û Dewleta Komara Tirkiyê wekî esas werin girtin û got:

“Bahçelî destnîşan kir ku divê dev ji xerakerî û cambaziyên siyasî bête berdan; li şûna nêzîkatiyên muxalif, berjewendiyên bilind ên dewlet û neteweyê wekî esas werin girtin. Li pey ketina meriyetê ya qanûnê divê pêvajoyên hiqûqî û îdarî di dema herî kin de bikevin meriyetê. Dema me ya ku em wenda bikin tune ye.”


Ji bo 81 bajaran civîna ewlehiyê ya lezgîn

Hevdemê daxuyaniyên Bahçelî, li Enqereyê jî gavên pratîkî hatin avêtin. Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî, têkildarî qanûna bi navê ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ civîneke berfireh li dar xistin. Civîn bi rêya vîdeo-konferansê bi beşdariya Walî, Fermandarên Cendermeyan û Rêveberên Emniyetê yên 81 bajaran pêk hat.

Rê li ber valahiya desthilatê tê girtin

Di vê civîna lûtkeyê de plansaziya ketina meriyetê ya qanûna çarçoveyî û kordînasyona di navbera saziyên dewletê de hatin nirxandin. Bahçelî jî di daxuyaniya xwe de hişyarî dabû ku divê rê li ber valahiya desthilat û koordînasyonê ya di navbera saziyan de neyê vekirin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê wêneyên yekem ên derbarê vê civîna krîtîk de bi raya giştî re parve kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye