Li Qamişlo merasîmeke girseyî: Cenazeyên du şervanên QSD'ê hatin oxirkirin

Cenazeyên her du şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk Artêş Şukrî Hesen û Şahîn Hesen Silêman, yên ku di 11'ê mehê de di êrîşeke çekdarî de şehîd bibûn, îro li bajarê Qamişlo bi beşdariya hezaran kesan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, merasîmeke girseyî ji bo oxirkirina herdû şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hat lidarxistin. Bi hezaran welatî, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîmê bûn. girseyeke mezin cenazeyên her du şervanan li ser milên xwe bilind kirin û bi dirûşmeyan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan da ku wan bispêrin axê.

Her du şervan di 11'ê vê mehê de, di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî buyerê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahiyên berfireh li ser nasname û têkoşîna her du şervanan parve kir.

Li gorî daxuyaniya QSD'ê, şervanê bi navê Artêş Şukrî Hesen di sala 2012'an de tevlî nava refên leşkerî bibû. Hesen, beşdarî şerê Serê Kaniyê yê sala 2012'an û gelek şerên din yên girîng yên li herêmê bibû. Şervanê din yê bi navê Şahîn Hesen Silêman jî herî dawî tevlî nava refên QSD'ê bibû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du şervan jî di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bibûn beşek ji Artêşa Sûriyê.

Fermandariya QSD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên Artêş û Şahîn û ji tevahiya gelê herêmê re xwest û sersaxî da malbatên şehîdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye