Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan ji bo gotûbêjkirina dosyeyên ewlehiyê, bi taybetî çarenûsa girtiyên DAIŞ'ê yên ji Sûriyeyê bo Îraqê hatine veguhestin, serdaneke fermî bo Şamê kir.
Zêdan li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê ve hate pêşwazîkirin û tê payîn ku bi rayedarên bilind re hevdîtinan pêk bîne.