Sonay Mengutay Piştî 31 Salan Ji Girtîgehê Hate Berdan

Sonay Mengutay, a ku di sala 1995'an de hatibû girtin, piştî qedandina cezayê xwe yê 31 salan ji Girtîgeha Kandirayê hate berdan. Sonay Mengutay di daxuyaniya xwe ya yekem de got: "Bila 30 sal ji bo gelê me feda be."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sonay Mengutay, a ku di Adara sala 1993'an de tevli PKK'ê bûbû û di Gulana 1995'an de bi birîndarî hatibû girtin, îro ji Girtîgeha Kandira Hejmar 1ê ya Tîpa F hate berdan. Sonay Mengutay ku ji sala 2016'an vir ve li vê girtîgehê dihate girtin, cezayê xwe yê qanûnî bi dawî kir.

Di dema derketina wê ya ji girtîgehê de, Mengutay ji aliyê malbata xwe, rêveberên Saziya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TÛHAY-DER), û nûnerên herêmî yên DEM Partî û DBP'ê ve hate pêşwazîkirin.

Sonay di axaftina xwe ya li pêş girtîgehê de spasiya kesên ku hatine pêşwazîkirina wê kir û got: "Bila 30 sal ji bo gelê me feda be." 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye