Peymana Aştiyê di Metirsiyê de ye: Krîza Nû ya Rûsya û Japonyayê li girava Kurîlê

Serdana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ji bo girava Îtûropê (Iturup) ya li zincîra Giravên Kurîlê, bû sedema qeyraneke nû ya dîplomatîk di navbera Rûsya û Japonyayê de. Tokyo demildest ev pêngava Kremlînê "bi tundî protesto" kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaîşî diyar kir ku ev serdan bi ti awayî "nayê qebûlkirin" û li dijî helwesta domdar a Japonyayê ya li ser "Herêmên Bakur" e. Sanae Takaîşî destnîşan kir ku ev rûdan hestên gelê Japon birîndar dike.

Wezîrê Derve Toşîmîtsû Motegî jî ragihand ku ev xak ji aliyê dîrokî û qanûnên navdewletî ve parçeyekî neyê veqetandin ê Japonyayê ye.

Li aliyê din, li gorî ajansa "TASS", Pûtîn di çarçoveya geşta xwe ya li herêma Saxalînê de serdana kompleksa masiyan a "Yasni" li giravê kir. Li wir li gel karkeran axivî, kavyar tam kir û wêneyên bîranînê girtin. Pûtîn her wiha serdana nexweşxaneya herêmê kir û soz da ku wesayîtên hawarkirinê (ambulans) werin nûkirin.

Ev giravên ku Japonya jê re dibêje "Herêmên Bakur", ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ve di bin kontrola Moskowê de ne û astengiya herî mezin a li pêşiya peymana aştiyê ya her du welatan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye