Tê payîn ku bi hezaran kes li seranserê Amerîkayê îro xwepêşandanan li dar bixin, wekî beşek ji kampanyaya dawî ya tevgera "No Kings" li dijî polîtîkayên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û rêveberiya wî.
Organîzator dibêjin ku li seranserî 50 eyaletên Dewletên Yekbûyî zêdetirî 3,200 çalakî hatine plankirin.
Ev xwepêşandan wekî mezintirîn xwepêşandana aştiyane ya rojekî di dîroka welêt de, tê dîtin.
Di du xwepêşandanên berê de jî yên tevgera "No Kings" bi mîlyonan kes beşdar bûbûn.
Organîzatoran gotin ku xwepêşandanên sereke yên îro dê li New York, Los Angeles, Washington û Cities li Minnesota pêk werin.
Sala borî Tevgera "No Kings" di roja jidayikbûna Trump, 14'ê Hezîranê de xwepêşandan li dar xistibûn. Di wê Xwepêşandanê de ji çar heya şeş milyon kes li 2,100 cihî li seranserî welêt kom bûbûn.
Analîza daneyên berhevkirî yên ku ji hêla rojnamevanê daneyan ê navdar J. Elliott Morris ve hatine weşandin; nîşan didin ku tê texmînkirin ku heft milyon kes beşdarî çalakiya duyemîn a tevgerê di Cotmehê de bûne.
Xwepêşandan bi giranî li ser bertekên hêrsbûyî yên li hemberî girtina hikûmetê û serkutkirinên ji aliyê rayedarên koçberiyê yên federal ve, di nav de bicihkirina leşkerên Parêzvanên Neteweyî li bajarên mezin ên Dewletên Yekbûyî, bûn.
Xwepêşandanên îro di demekê de tên ku organîzatoran wekî bangek ji bo çalakiyê li dijî bombebarana Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê bi nav kirin.