Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf got ku danûstandinên di navbera DYAyê û Îranê de li Îslamabadê, derfeteke girîng temsîl dikin ji bo gihîştina agirbesteke mayînde di pevçûna çend hefteyan a li Rojhilata Navîn de.
Şehbaz Şerîf da zanîn ku Hikûmetê bihayên mazotê daxistî 385 rupî (1.38 dolar) serê lîtreyê û bihayên benzînê jî daxistin 366 rupî serê lîtreyê.
Şerîf destnîşan kir ku gihîştina agirbesteke mayînde dê biserkeve an jî têk biçe.
Her wiha Serokwezîrê Pakistanê rave kir ku "seroktiya her du welatan (Washington û Tehran) wê sibe li Îslamabadê dest bi danûstandinan bikin.
Trump: Ti kartên Îranê nînin
Di heman demê de Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Social wiha nivîsand:
"Wisa xuya dike ku Îranî ji bilî şantajkirina cîhanê bi rêya karanîna rêyên avê yên navneteweyî, ti kartên wan nînin
Tenê sedema ku ew îro hîn sax in danûstandin e!"
Li gorî rojnameya New York Post a roja Înê, serokê Amerîkayê hişyarî da Îranê ku ger danûstandinên li Pakistanê bi ser nekevin, wê êrîşên din li ser wan werin kirin.
Trump got: "Em niha keştiyan bi baştirîn cebilxaneyan, baştirîn çekên ku heta niha hatine çêkirin, heta ji yên ku me berê kirine çêtir bar dikin."
Serokê DYAyê gef li Îranê xwar ku ger ew negihîjin rêkeftinekê, ew ê wan bikar bînin.