Li Efxanistanê erdhejeke nû qewimî

Erdhejeke nû, bi pileya 5.4 li başûrê rojhilatê Efxanistanê qewimî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Almanî eşkere kir ku erdhejek nû bi hêza 5.4 pileyî li başûrê rojhilatê Efxanistanê, pêk hat.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Deryaya Spî ragihand ku li Çiyayên Hindu Kush ên li rojhilatê Efxanistanê erdhejek bi hêza 6.1 pileyî hatiye tomar kirin

Her wiha li gor navend dibêje navenda erdhejê 46 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê Celalabadê, di kûrahiya 42 kîlometreyan di bin erdê de, bû.

Ev erdhej piştî erdhejeke din tê, ku di encamê de, zêdetirî 2 hezar 200 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 3 hezar 600 kesên din jî birîndar bûbûn.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ji bo alîkariya kesên ku ji erdhejê bandor bûne, pêdivîyek lezgîn bi xwarin û amûrên bijîşkî hene.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24