Karkerên demsalî yên ku ji navçeya Sêwereg a Rihayê çûn bajaroka Çukurkuyu ya navçeya Bor a Nîgdeyê, di 28'ê Tebaxê de rastî êrîşeke nîjadperest hatin.
Ji 24 karkerên ku êrişî wan hat kirin, Orhan Îdîlkurt (19), piştî gulebaranê bi giranî birîndar bû. Dermankirina Îdîlkurt li wir didome.
Xizmên Îdîlkurt ên ku li ber nexweşxaneya ku lê tê dermankirin in, diyar kirin ku êrişkaran hewl daye wan bikujin û xwestin ku berpirsiyarên êrişa nijadperest hesab bidin.
'Êrîşkar telefonê gund kir, çek xwest'
Alî Îdîlkurt (26), behsa êrişa ku birayê wî tê de bi giranî birîndar bû, kir. Îdîlkurt anî ziman ku piştî Barhilgira barê wê firingî di heriyê de maye, xeber dane xwediyê zeviyê Cemal Ozer ku bi traktorê tirê ji nava heriyê derxîne.
Îdîlkurt got ku gava Ozer hatiye wir heqaret li wan kiriye û ew piştî êrîşê telefonî gund kiriye û çek ji wan xwestiye.
Alî Îdîlkurt diyar kir, kesên êrîşkar reya wan girtine û wan gulebaran kirine. Îdîlkurt got ku ew di rewşeke bê parastinê de bûn û wiha berdewam kir:
"Ji mesafeyeke 3 metreyî gelek caran gule reşandin. Ger me ew nerawestanda, dibûya em hemû bihatana kuştin. Her kes dizane ku dê kes bi saxî nefilitiyana."
Îdîlkurt xwest ku berpirsiyar werin darizandin.
'Hewl dan me bikujin'
Apê Orhan Îdîlkurt Abdullah Dagacar (39) destnîşan kir ku êrişa li dijî wan êrîşeke nijadperest e. Dagacar anî ziman, ev ne cara yekeme ku karkerên Kurd rastî êrîşan tên.
Abdullah Dagacar ji bo edaletê ev bang kir: "Em dixwazin yên ku ev yek bi me kirin bila li darazê hesab bidin. Em diçin wir û bi pereyekî kêm dixebitin, lê ew zilmê li me dikin. Kes dengê me nabihîze. Ev êriş, êrişeke faşîst e. Wan hewl neda ku me bitirsînin; wan hewl da ku me bikujin."