Li Tengava Hurmizê êrîşî 3 tankeran hat kirin

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku li Tengava Hurmizê 3 tanker hatine armanckirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Desteyê daxuyand ku roja çarşemê tankereke petrolê û 2 keştiyên din ên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn, hatin armanckirin.

Desteya Brîtanî bi daxuyaniyekê destnîşan kir, li gorî çavkaniyeke pêbawer, keştî roja sêşemê ji aliyekî nenas ve, hatin lêdan.

Desteyê ji keştiyên ku di herêmê re derbas dibin xwest ku baldar bin û her çalakiyeke gumanbar ragihînin.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya bûyerê negirtiye ser xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye