Polîsên Îranê: Tiliyên me li ser tetikê ne

Piştî ku Netanyahu bang li gelê Îranê kir ku "demê ji dest xwe bernedin", serfermandarê polîsên Îranê hişyarî da. Serfermandarê polîsên Îranê Ehmed Riza Radan got ku çi kesê ku derkeve xwepêşandanan li dijî hikûmetê, dê wekî "dijmin" were hesibandin. Hikûmeta Îranê hişyariyê dide xwepêşanderan, ku hêzên ewlehiyê "tiliya wan li ser tetikê" ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serfermandarê Polîsên Îranê Ehmed Riza Radan, hişyarî da kesên ku bi daxwaza "dijmin" derkevin xwepêşandanan, dê wekî "dijmin" werin hesibandin.

 

Ev hişyarî piştî banga Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Îraniyan re hat, ku xwest li dijî rêberên Îranê serî hildin.

 

Di axaftinên ku roja çarşemê li ser televîzyona dewleta Îranê de, hatin weşandin, Ehmed Riza Radan wiha got:

 

"Heke kesek çalakiyekê li gorî daxwazên "dijmin" bike, ew êdî wekî xwepêşander nayên hesibandin.

 

Lê belê, dê wekî dijmin werin hesibandin.

 

Hêzên me di hişyariyê de ne û tiliyên wan li ser tetikê ne."

 

 

Netanyahu: Şerê me bi dewleta Îranê re şerekî ji bo azadiyê ye

 

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berê bang li Îraniyan kiribû ku li dijî hikûmeta xwe, serî hildin.

 

Wî şerê ku ji hêla Îsraîl û Amerîkayê ve tê meşandin, wekî "şerekî dîrokî ji bo azadiyê" bi nav kir.

 

Benjamin Netanyahu got ku ev derfet "dibe ku carekê di jiyanê de" cêbibe, ku rejîma Îranê hilweşe û azadiya gelê wê were dayîn.

 

Her wiha Netanyahu ji gelê Îranê re got: "We alîkarî xwest û we ew wergirt."

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, bi berdewamî Îraniyan teşwîq dike, da ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê wekî derfetek ji bo hilweşandina rejîma Îranê bibînin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye