Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê derbasî qonaxeke nû dibe

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de derbasî qonaxeke nû bû û her dû aliyan êrîş û gefên xwe veguhestine ser binesaziyên enerjiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê derbasî roja xwe ya 20`emîn bû.

Di roja 20'emîn a rûbirûbûna rasterast a Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re, medyaya Îsraîlê ragihand ku piştî tespîtkirina êrîşeke mûşekî ya Îranê, dengê teqînên bilind li bakurê Îsraîlê hatiye bihîstin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên borî de 177 birîndarên nû li nexweşxaneyan hatine tomar kirin, bi vî awayî hejmara giştî ya birîndaran ji destpêka şerê li dijî Îranê ve gihîştiye 3 hezar û 924 kesan.

Medyaya Îranî ragihand ku dengê teqînekê li navenda Tehranê hatiye bihîstin ku hevdem bû bi firîna balafirên şer li ser serê Tehranê.

Her wiha Kanala 14`an a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê şeva borî di operasyonekê de li Deryaya kizweynê 6 keştîyên şer ên Îranê ji holê rakirin.

Piştî kuştina berpirsên paye bilind yê Îranê ji aliyê Amrîka û Îsraîlê ve, şer derbasî qonaxeke nû bû û her dû alî êrîşên xwe vuguhestine ser binesaziyên enerjiyê.

Ji aliyê Îranê ve, wekî oparasiyonên tolhildanê, Dewleta Îranê êrîşên tund li ser baragehên Amrîkî ku wekî binesaziyên enerjiyê yên li welatên Kendavê ji xwe re asas digire, pêk anî.

 

Zeviya gazê ya Parsa Başûr a Îranê di êrîşekê de hate lêdan

 

Zeviya gazê ya mezin a Parsa Başûr a Îranê roja çarşemê di êrîşekê de hate lêdan, ku ev yek dibe sedema bilindbûna nakokiya Amerîka-Îsraîlê û bû sedema bilindbûna bihayên petrolê.

 

Îranê bi mûşekên balistî êrîşî binesaziyên enerjiyê li Qeter û Erebistana Siûdî kir

 

Her wiha di bersivdayîna van êrîşan de jî, Tehranê piştî gefên êrîşa li ser tesîsên neft û gazê yên li seranserê Kendavê, bi êrîşkirina li ser Qeterê û avêtina mûşekan li ser Erebistana Siûdî bersiv da.

Piştî hedefgirtina Bajarê Pîşesaziyê yê Ras Laffan ku navendeke pîşesaziya enerjiyê ye, Qatar ragihand ku mûşekên Îranê "zirareke giran" dane.

Erebistana Siûdî jî, ragihand ku 4 mûşekên balîstîk ên ber bi Riyadê ve hatibûn avêtin, ji bilî têkbirina êrîşeke dronan li ser tesîseke gazê li rojhilatê welêt, desteser kiriye û wêran kiriye.

 

Erebistana Siûdî: Emê li dijî Êranê tedibîrên leşkerî bigirin

 

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan got ku; Piştî hedefgirtina Riyadê bi mûşekên balîstîk ên Îranê, baweriya bi Tehranê re şikestiye û da zanîn ku memeleketa wan li dijî Îranê tedbîrên leşkerî dê biger e.

 

Trump: Eger Îran êrîşî Dohayê bike em ê jî êrîşî zeviya gazê ya Parsa Îranê bikin

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, da xuyakirin ku êrîşa li ser zeviya gazê ya Parsa Başûr a Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û Amerîka û Qeter ne di êrîşê de ne.

Her wiha Turmp hişiyarî da Dewleta Îranê û got ku; eger Îran li dijî Dohayê tedbîran bigire, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, wê êrîşî zeviya gazê ya Parsa Başûr a Îranê bike.

 

Îsraîl: Me êrîşî zêdetirî 2,600 pêkhateyên girîng ên projeya mûşekî ya îranê kiriye

 

Di heman çarçoveyê de jî, Malpera Walla ya Îsraîlî ragihand ku ji destpêka şer ve, Hêza Hewayî di çarçoveya operasyonên leşkerî yên berdewam de êrîşî zêdetirî 2 hezar 600 pêkhateyên girîng ên projeya mûşekî ya Îranê kiriye.

 

Centcom: Hedefên ku ji aliyê Amerîkayê ve li Îranê hatine êrîşkirin 7,800`î derbas kiriye

 

Her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî, da zanîn ku hejmara hedefên ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li Îranê hatine êrîşkirin ji 7,800'î derbas bûye.

Her wiha rojnameya Washington Post ragihand ku Wezareta Parastinê ji Qesra Spî xwestiye ku daxwaza Kongreyê ya ji bo zêdetirî 200 milyar dolar ji bo şerê li dijî Îranê pesend bike.

'Mîsyona Amerîkayê li Îranê dê di demek nêzîk de bi dawî bibe'

 

Di berdewamiya şerê di navbera Îsraîl-Amrîa û Îranê ku zêdetirî 3 hefteyan berdewam dike, Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson da xuyakirin ku "mîsyona Amerîkayê li Îranê dê di demek nêzîk de bi dawî bibe."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye