Erdogan: Em nahêlin ku pêvajoya aştiyê têk biçe

Serokomarê Tirkiyê RecebTayyip Erdogan û Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş di derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyên nû dan. Erdogan diyar kir ku divê pêvajo bi peşdariya hemû aliyan were çareserkirin. Kurtulmuş jî destnîşankir ku divê lihevkirinek herî berfireh di derbarê pêvajoyê de were bidestxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê nîqaşên li ser Qanûna Çarçoveyî didomin.

Serokomarê Tirkiyê RecebTayyip Erdogan û Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş derbarê qanûna çarçoveyî de daxuyanî dan.

RecebTayyip Erdogan behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û diyar kir ku ew ê nehêle pêvajo têk biçe û wiha anî ziman:

"Me her gav helwesta xwe ya samîmî û avaker bi hevkarê xwe yê Tifaqa Gel re nîşan daye ku em çareseriyek dixwazin. 

Em ê di rojên pêş de jî vê helwesta avaker bidomînin.

Em bawer dikin ku ew ê bi pêşkêşkirina pêşnûmeqanûnê bo Parlamentoyê lezê bi dest bixe.

Divê em vê pirsgirêkê bi beşdariya hemû aliyan çareser bikin. 

Em ê ji kesên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin re derfetek nedin û em ê wê bigihînin cihê wê."

Numan Kurtulmuş: Hêvîdarim ku pêşnûmeqanûn hefteya bê were meclisa mezin 

Her wiha Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş, derbarê qanûna çarçoveyî ya ku tê payîn di çarçoveya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de pêşkêşî Parlamentoyê were kirin, daxuyaniyek da.

Numan Kurtulmuş wiha axivî:

"Hêvîdarim ku pêşnûmeqanûn hefteya bê wekî pêşniyareke hevbeş a partiyan were Meclisa Mezin a Milet. 

Bi piraniya dengên parlamenterên me, piştî nîqaşan ew ê bibe qanûn û em ê gaveke din a girîng bavêjin."

Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş di dawiyê de jî diyar kir ku li Tirkiyê serdemeke nû dest pê kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye