Derdora demjimêr 01:00'ê de, du dron gihîştin asmanê Silêmaniyê; yek ji wan li asman hat xistin û li devera Taslûceyê bû sedema şewatekê ku di demeke kurt de ji aliyê tîman ve hat vemirandin. Li asmanê bajarê Hewlêrê jî, drona sêyemîn bi rêya ketina dewrê ya sîstema parastina asmanî ya "C-RAM" hat pûçkirin û rûxandin.
Ev êrîşên ku hatin pûçkirin, ziyanên canî li pey xwe nehiştin.