Di encama êrîşên hewayî yên herî dawî yên artêşa Îsraîlê li ser Bajarê Xeze, Dêr el-Belah û Xan Yûnisê de, herî kêm 7 kes hatin kuştin.
Her wiha, tîmên Berevaniya Şivîl a Filistînê ragihand ku wan piştî xebateke du hefteyan, li taxa El-Sebre ya li başûrê Bajarê Xezeyê, termên 112 kesan (ku di nav wan de 40 zarok û 38 jin hene) ji bin xaniyên hilweşandî derxistine.
Ev geşedanên bixwîn di dema daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser pêşveçûna agirbestê de pêk tên.