Aoun: Zextê li Îsraîlê bikin da ku êrîşî Libnanê neke

Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun bang li Amerîkayê kir ku zextê li Îsraîlê bike, da ku operasyonên xwe yên li başûrê Libnanê rawestîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dan û standin di navbera Libnan û Îsraîlê de berdewam dikin.

Her wiha êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê berdewam dikin.

Serokatiya Libnanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got:

"Serokkomar Joseph Aoun bi Balyozê Amerîkî Michael Issa re li ser pêşketinên dawiyê yên der barê civîna sêyemîn a Libnan-Amerîka û Îsraîlê ya ku di vê hefteyê de li Washingtonê tê plankirin, axivîn."

Li gorî daxuyaniyê, Aoun tekezî li ser pêdiviya zextkirina li ser Îsraîlê kiriye da ku gulebaran, operasyonên leşkerî û hilweşandina malan rawestîne.

Karbidestekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, hefteya borî ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê plan dike ku roja pêncşem û înê li Washingtonê dewreyeke din a dan û standinan, di navbera nûnerên Îsraîl û Libnanê de li dar bixe.

Di 9'ê adarê de, Serokê Libnanê Joseph Aoun da zanîn ku ew dixwazin bi Îsraîlê re dan û standinan bikin, da ku dawî li êrîşên Îsraîlê yên li dijî Libnanê bînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye