Li Îranê darvekirin û dayîna cezayên girtinê li girtiyên Kurd bê navber berdewam dike.
Bi giştî li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, li Îranê di 5 mehên pêşîn ên sala 2024’an de 261 kes hatine darvekirin û ev hejmar di heman serdema sala 2025’an de gihîştiye 511’an.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, 7'ê Mijdara 2025'an, sizayê darvekirina Şehab Ebasiyê Kurd yê 52 salî û xelkê gundê Kayê yê ser bi Sîlwanaya Urmiyê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.
Şehab Ebasî du sal berî niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi darvekirinê hatibû cezakirin.
Li Aktivîsta Jin Mehnûş Abdullahî cezaya girtîgehê hat birîn
Li Aktivîsta civaka sivîl Mehnûş Abdullahî a Şîrazî jî, ku berê ji aliye Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê ve, bi hinceta ku di “12 rojên şer de ji bo destekdayîna Îsraîlê xebatên çandî û medyayê meşandine” 5 sal cezayê girtîgehê û bi sûcdariya li ser medyaya dîjîtal propagandaya li dijî Komara Îslamê ya Îranê jî salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Niha jî li gorî biryara Dadgeha Temyîzê ya Farsê, 3 sal girtîgeh û 6 sal jî girtina paşxistî ji bo Mehnûş Abdullahî hatiye dayîn.
Mehnûş Abdullahî ya 42 salî, di 2’yê Tîrmeha 2025’an hatibû girtin, piştî ku 12 rojan li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê di bin çavan de ma di 23’yê Tîrmehê de bi kefaleta 2 milyar 500 milyon tumenî bi demborî hatibû berdan.
Dewlata Îranê dermankirina girtiya Siyasî zeyneb Celaliyan asteng dike
Her wiha malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, ragihand ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nebaşe û metirsî li ser jiyana wê heye.
Hate diyarkirin ku piştî 24 saetan emeliyatê, bê ku dermankirina Celaliyan bi dawî bibe ew vegerandine girtîgehê.
Zeyneb Celaliyan di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.