Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nav 2 rojan, di bûyerên cuda de li başûrê Libnanê 5 leşkerên wan mirine û 13 leşkerên din jî birîndar bûne.
Li gorî rojnameya Îsraîlê, roja înê, topek li tankeke Tabûra 52-an a Lîwaya Givati ket ku li gundê Tibnitê tevdigeriya.
Paşê, Hizbullahê bi şev êrîşî çeperên Artêşa Îsraîlê yên li herêma tampon a Libnanê kir.
Rojnameyê ragihand ku Hizbullahê di êrîşên şevê de zêdetirî 50`î guleyan avêtine ser leşkeran.
Artêşa Îsraîlê bersiva êrîşên Hizbulahê da
Artêşa Îsraîlê bi êrîşên asmanî li ser çend çeperên Hizbullah û cihên girêdayî wê li başûrê Libnanê, di nav de cihên avêtina rokêtan, depoyên çekan û navendên fermandariyê, bersiv da êrîşan.
Piştre roja şemiyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz ferman dan Artêşa welatê xwe ku heta agahdariyeke din êrîşê rawestîne.
Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku ew ê "bi awayekî parastinê" tevbigerin û tiştê ku ew wekî gefên rasterast bi nav dikin ji holê rakin.
Artêşê pabendbûna xwe ya bi agirbestê re piştrast kir û tekez kir ku ew ê ji bo "jiholêrakirina her gefê li ser dewleta Îsraîlê û leşkerên wê" bixebite.
Her wiha wê hêzên Îsraîlê li deverên ku kontrol kirine, biparêzin.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de herî kêm 20 kes hatin kuştin
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê eşkere kir ku di êrîşên asmanî yên Îsraîlê roja şemiyê de ku piştî destpêkirina agirbesta bi Hizbullahê re bi rojekê hatin nûkirin, herî kêm 20 kes kuştin.
Ev yek jî lawaziya agirbestê nîşan dide ku divê ev agirbest wî şerê ku bi mehan dirêj kiriye, rawestîne.
Îsraîlê got ku êrîşên wê bersiv bûn li hember wan guleyên ku bi şev ji aliyê koma Hizbullahê ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin, hatibûn avêtin.
Fermandarekî leşkerî yê Îsraîlê got ku Hizbullahê zêdetirî 50`î guleyan avêtin hêzên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê û ev yek bû sedema êrîşên li ser "navendên Hizbullahê".
Li Libnanê 4057 kes hatine kuştin
Beriya vê daxuyaniyê jî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li rojhilat û başûrê Libnanê de 7 kes, di nav wan de zarokek û jinek, hatine kuştin.
Wezaretê got ku di êrîşên hewayî yên li ser bajarokê Sahmarê li Geliyê Bekaa 5 kes hatine kuştin.
Di heman demê de 2 Filistînî jî di êrîşeke hewayî ya li ser herêma Tîrê ya li başûr de hatin kuştin.
Li gorî wezareta Libnanê, hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka şer ve gihîştiye 4 hezar û 57 kesan, her wiha 12 hezar kesên din jî birîndar bûne.