Dadgeha Cezayê ya bajarê Bokanê 2 welatiyên Kurd ên bi navê Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard bi tohmeta “kirîn, firotin û bazirganiya amûrên înterneta satelaytê ya Starlinkê”, her yek bi 2 salan cezayê girtîgehê mehkûm kirin.
Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard di 30`ê çileya 2026`an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê ve bêyî biryara dadgehê hatibûn girtin.
Li gorî agahiyên saziyên mafên mirovan, ew 52 rojan di navenda desteserkirinê de di lêpirsînê de mane û rastî êşkenceya dijwar a fîzîkî hatine.
Desthilatdarên Îranê di salên dawî de piştî qutkirin û astengkirina înternetê li Îranê, zagonên li dijî anîn û bikaranîna amûrên satelaytê yên Starlinkê gelekî tundtir kirine.