Li Bane kolberek hat kuştin

Kolberek xelkê Pîranşar, bavê sê zarokan e, li sînorê Bane di encama gulebarana rasterast a hêzên dewleta Îranê de hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Kolbernews ragihand ku kolberê bi navê Musa Zîbapûr, li sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bêyî were hişyarkirin ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat gulebarankirin.
Di encama êrîşê de, Musa Zîbapûr bi giranî birîndar bû û li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Musa Zîbapûr, hîna radestî malbatê nehatiye kirin.
Musa Zîbapûr di sala 2021’an de li sînorê Maşkanî ya ser bi Pîranşarê di êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bibû.
Li gorî bîlançoya Kolbernews’ê, di sala borî de herî kêm 57 kolber li navçeyên sînor ên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî ku 26 hatin kuştin û 31 jî birîndar bûne.
Ji vê hejmarê 44 buyer di êrîşa hêzên dewleta Îranê de qewimîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye