Ti roj tune ye ku dewleta Îranê welatiyan darve û ceza neke.
Ew girtî bi navê Elî Zareî Douzdaresî û li girtîgeha Qizil hesarê a Kerecê girtî ye.
Li gorî agahiyên ku HRANA belav kiriye, ev cezaya 1'ê îlona 2025'an li Elî Zareî hatiye birîn.
Cezaya ji aliyê Şaxa 23'an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi tawana gendeliya li ser erdê bi rêya çalakiyên berfireh di pêkanîna çalakiyên siyasî de û propagandaya li dijî pergalê hatiye dayîn.
Doza wî di qonaxa lêpirsîna destpêkê de li Şaxa Sêyemîn a Dozgeriya Navçeya 33'yemîn a Tehranê, ku wekî Dozgeriya Ewlehiyê tê zanîn, hate pêvajokirin.
Her wiha Elî nêzîkî 27 salî ye û niştecihê Tehranê, di dema xwepêşandanên seranserî yên 2022'an de ji ber teqîna tifingê çavê wî zirar dît.
Di hefteyekê de 32 kes hatine bidarvekirin
Kampanya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ jî ragihand ku dewleta Îranê di navbera 23 û 29’ê Tebaxê de 2 jê jin herî kêm 32 kes darve kiriye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek ji wan kesên ku di xwepêşandanên di navbera Kanûna 2025 û çileya 2026’an de hatine girtin, cezayê darvekirinê lê hatine birin, an jî bi metirsiya cezayê darvekirinê re rûbirû ne.