Ebdulfetah Sîsî tekez kir ku armanca vê gava Misrê parastin e, ne êrîş an jî ketina nav şer e.
Sîsî diyar kir ku gavek wisa hewceyê pejirandina parlementoyê ye.
Serokê Misrê hêviya xwe anî ziman ku civînek awarte ji bo pejirandina fermanê were lidarxistin û piştgiriya Qahîreyê ji bo parastin axa Erebistana Siûdiyê tekez kir.
Di heman demê de Ebdulfetah Sîsî spasiya Siûdiyê ji bo piştgirî û alîkariya wan a ji bo Misrê di sala 2013'an û vir ve kir.
Sîsî destnîşan kir ku Misir û Erebistana Siûdî nûnertiya du stûnên bingehîn ên neteweyên Ereb û Îslamî dikin.