Meloni, di hevpeyvîneke radyoyê de got ku bi alîkariya Brîtanya, Fransa û Almanya, Îtalya dixwaze alîkariyêan bide welatên Kendavê, bi taybetî di warê parastina hewayî de û wiha lê zêde kir:
"Ne tenê ji ber ku ew welatên dost in, lê ji ber ku bi deh hezaran Îtalî li welatên Kendavê dijîn.
Nêzîkî 2 hezar leşkerên Îtalî li wir hatine bicihkirin.
Divê em wan biparêzin."
Di sibeha 28'ê Sibatê de, Îsraîlê destpêkirina êrîşa xwe ya li ser Îranê ragihand.
Washingtonê paşê diyar kir ku wê operasyoneke berfireh bi Îsraîlê re dest pê kiriye ku armanca wê hilweşîna rejîma Îranê ye.
Îranê, jî bi êrîşên xwe yên li ser baregehên Amerîkî li welatên cîran bersiv da êrîşên Amerîka-Îsraîl.