Serokwezîrê Spanyayê: Bila Amerîka bi çarenûsa mîlyonan kesan nelîze

Piştî ku Serokê Amerîkayê Trump daxuyand ku ji ber ku Spanya alîkariya wan nake ji bo şerê bi Îranê re, Amerîka dê bazirganiyê bi wê re qut bike. Serokwezîrê Spanyayê Pedro bersiv da û got: “Em nabin hevkarê kiryarekE ku zirarê dide cîhanê.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, duh,  gef li Spanyayê xwar û got ku ji ber ku Spanya baregehên xwe yên leşkerî nedan Amerîkayê ji bo şerê bi Îranê re, Amerîka dê bazirganiyê bi Spanyayê re qut bike.

 

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez di gotarekê de piştrast kir ku Madrîd dê bi Amerîkayê re li dijî Îranê şer neke.

 

Spanya: Em nabin hevkarê kiryareke ku zirarê dide cîhanê

 

Her wiha bersiva gefên Trump ên ji bo qutkirina hemû têkiliyên bazirganiyê yên bi Spanyayê re da û got:

 

"Em ê nebin hevkarê kiryareke ku zirarê dide cîhanê û li dijî nirx û berjewendiyên me ne.

 

Na ji şer re, bila Amerîka bi çarenûsa mîlyonan kesan nelîze."

 

Ji ber nebûna helwesteke yekgirtî ya Ewropî li ser êrîşên li ser Îranê, hejmarek ji rêberên Ewropî piştgiriya xwe ji bo Spanyayê di rûbirûbûna van zextan de diyar kirin, di nav wan de Serokê Konseya Ewropî Antonio Costa û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron.

 

Li aliyê din, Tehranê peyameke erênî ji Madrîdê re şand.

 

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi rêya platforma X spasiya Spanyayê kir ji bo "reftarên wê yên berpirsiyar" di dijberiya şer de.

 

Tevî ku Madrîdê bersiva Îranê ji bo şer, şermezar dikir û rêjîma li Îranê red dikir.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye